Şêx Mihemed El Qadirî: Divê berjewendiyên Kurdan di ser her tiştî re bin

Şêwirmendê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El Qadirî anî ziman ku divê berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bin û got "Bi fedakariyan em gihaştine vê qonaxê. Em ê nehêlin ev fedakarî pûç bibin.”

Şêx Mihemed El Qadirî: Divê berjewendiyên Kurdan di ser her tiştî re bin
24 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Ji dema ketina rejîma Esed ve guhertinên dîrokî li Sûriyeyê rû didin. Ji ber van guhertinan jî girîngiya yekitiya neteweyî ya hêz û partiyên siyasî yên Kurdan derdikeve pêş ku mafên Kurdan di Sûriyeya nû de mîsoger bike.

Der barê mijarê de şêwirmendê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El Qadirî ji ajansa me re axivî.

Şêx Mihemed El Qadirî banga yekitiyê li hêzên Kurdan kir û xwest biryaran li gorî berjewendiyên gelê Kurd bidin.

Şêx Mihemed El Qadirî got: "Herêma me di pêvajoyeke pir hestiyar re derbas dibe. Ji bo astengî û kêşe bêne derbaskirin ked û hewldanên mezin tên xwestin."

‘BI FEDAKARIYAN EM GIHAŞTIN VÊ PÊVAJOYÊ’

Şêx Mihemed El Qadirî bal kişand ser berdêlên ku ji bo bidestxistin û parastina destkeftiyan hatine dayîn û got: "Bi ked û fedakariyên şehîdan ev gihiştine vê pêvajoyê. Em ê nehêlin ev fedakarî vala biçin. Eger tifaqeke kurdî û nêrîneke yekbûyî ya hêz û partiyên siyasî dernekeve wê ne ji berjewendiyên Kurdan bin, wê Kurd di rewşeke zehmetir re derbas bibin."

‘BILA BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD ARMANCÊN PÊŞÎN BIN’

Şêx Mihemed El Qadirî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Bila berjewendiyên gelê armancên me yên pêşîn bin. Divê Kurdên li parçeyên Kurdistanê hevgirtî bin û nêzî hev bin. Civîn tên lidarxistin, lê divê biryarên durist û pêşketî ber bi yekitiyê ve bên dayîn. Divê em berjewendiyên xwe yên teng bidin aliyekî."

(bb)

ANHA