‘Hedefkirina rojnamevanan sûcekî şer e’

Rojnamevan Hîbar Osman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan sûcên şer in û got rojnamvan sivîl in, li gorî qanûnên navneteweyî nabe werin hedefkirin.

‘Hedefkirina rojnamevanan sûcekî şer e’
24 kanûn, 2024   06:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 19ˈê Kanûnê dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşand, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de her du hevalên me şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Der barê êrişên li dijî rojnamevanan de, nûçegihana kanala El Hurra Hîbar Osman axivî.

Hîbar Osman diyar kir ku “ji ber şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan xemgînî di nava malbata ragihandinê ya li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye”.

Hîbar Osman hedefkirina rojnamevanan wek sûcekî şer bi nav kir û got: "Ew rojnamevan in, erka rojnamevan e rastiyan bişopînin û belge bikin. Şênî hewcedarî rojnamevanan in ku agahî û rastiyan ji wan re ragihînin."

Rojnamevan Hîbar Osman bal kişand ser bertekên saziyên navneteweyî yên çapemeniyê û destnîşan kir ku şermezarkirin tenê têrê nake, divê saziyên têkildarî xebatên ragihandinê û rojnamevanan helwesteke diyar nîşan bidin.

Osman bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên girêdayî wê kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û got: "Ev ne cara ewil e ku li Rojava rojnamevan tên hedefkirin. Rojnamevan sivîl in û li gorî qanûnên navneteweyî nabe rojnamevan werin hedefkirin."

Rojnamevan Hîbar Osman di dawiya axaftina xwe de diyar kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li dijî rojnamevanan dixwaze rastiyên li ser erdê rû didin veşêre, karê rojnamevanan aşkera ye û bandoreke mezin li civakê dike, dewleta Tirk a dagirker jî dengê rastiyê qut bike."

(bb)

ANHA