ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2024
24 kanûn, 2024   02:00

Rojnamevan Hîbar Osman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan sûcên şer in û got rojnamvan sivîl in, li gorî qanûnên navneteweyî nabe werin hedefkirin.

Cemal Ilêwî bang li pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir ku li hember hewldanên parçekirinê û derxisitna fitneyê hevgirtî bin. Ilêwî di heman demê de got QSD projeyeke nîştimanî ye ku hemû pêkhate cihê xwe tê de ji bo parastina welêt digirin.

Rewşenbîrên ji Şedadê têkildarî şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Ceyş El Watanî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, hişyarî dan û ji bo têkbirina vî şerî teqezî bi rêgezên jiyana hevbeş kir.

Şêwirmendê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El Qadirî anî ziman ku divê berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bin û got "Bi fedakariyan em gihaştine vê qonaxê. Em ê nehêlin ev fedakarî pûç bibin.”

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Karkerên Kurdistanê Mihemed Şêxî diyar kir ku guhertina li Sûriyeyê tenê bi hilweşandina rejîmê têrê nake, lê belê pêwistî bi guhertina teşe û makanîzma rejîmê heyeû got, pêwîst bi yekrêziya Kurdî heye.

Li Sûriyeyê bi Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re hewl didin pêvajoyeke nû ya siyasî bidin destpêkirin. Rêxistineke ku di lîsteya rêxistinên terorîst de ye, tînin ser hikumeta Sûriyeyê re û serokê wê wek serokê dewletê û rêxistina wî wek hikumeta demkî diyar dikin, wekî ku ti tiştek nebûbe. NY, YE û DYA ji bo hevdîtina bi lîderê HTŞ'ê re ketine dorê ku ji bo girtina wî 10 milyon dolar xelat diyar kirine.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî nirxandina rewşa jinan li hola Burc a bajarê Qamişlo atolyeyekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Hesekê ji bo piştgiriya QSDˋê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wî li gundê Qenter sersaxiyê dide malbata şehîd Dehmat Dirbêsiyê. (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Amûdê der barê rewşa dawî li Sûriyeyê civînekê ji xelkê bajêr re organîze dike. (09:00) Her wiha di heman çarçoveyê de li bajarê Dêrikê jî civînek tê lidarxistin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan li pêş peymangehê yê Qamişlo daxuyaniyekê dide.

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a bajarê Qamişlo der barê pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê û rola ciwanan di van pêşdeçûnan de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê semînerekê dide. (12:30) BI WÊNE Û DÎMEN