Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da

Şêx Manii Himîdî  Deham El Cerba, serokê eşîra Şemer, bal kişan ser rola yekîtiya Kurd û Ereban ji bo parastina hevgirtina civakî û diyar kir ku vê têkiliyê civak parastiye û pêşxistiye û hemû hewldanên ji bo hilweşandina wê asteng kiriye.

Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
Şêx Manii El Cerba pesnê biratiya Kurd û Ereban da
10 ÇILE, 2026   17:46
QAMIŞLO

Şandeyeke Rêveberiya Xweser û Meclisa Rûspiyan serdana Şêx Manii Himîdî  Deham El Cerba, serokê eşîra Şemer kir û gul danî ser gora Şêx Hemîdî Deham El Cerba.

Şande ji şêwirmenda Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê Jiyan Dêrik, ji rêveberên Desteya Jinan Rohat Xelîl, serokê Meclisa rûspiyan Şêx Fûad El Başa; parêzer Mihemed Emîn Neîmî û ji civaka Êzîdî Nesîm Şemo pêk hat.

Şande ji aliyê Şêx Manii Himîdî  Deham El Cerba û fermandarê leşkerî Şêx Yawir Himêdî Deham El Cerba ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan li ser rol û girîngiya yekîtîyê di navbera pêkhateyên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî terorê, parastina yekîtîya axa Sûriyeyê û avakirina civatek azad û demokratîk de nîqaş kir.

Şêx Manii Himîdî  Deham El Cerba jî behsa rola girîng a yekîtîya di navbera van pêkhateyan de kir, bi taybetî biratiya Ereb û Kurdan û jiyana hevbeş a eşîra Şemer bi Kurdên li Sûriyeyê û Iraqê re.

El Cerba bal kişand ev biratî ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve bêhtir pêş ket û bû sedema hevgirtina civakî û pêşî li hemû hewldanên fitneya ji derve girtiye.

Her wiha El Cerba diyar kir ku divê jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên Sûriyeyê were parastin û bi hev re bixebitin da ku Sûriyeya siberojê ji bo hemû welatiyên wê, ava bikin.

(k)