Şêx Fehed: Yekitiya civakê ji zimanê nefretê xurttir e

Şêx Fehed El Şêxan diyar kir ku jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zimanê nefretê û provokasyonan xurttir e û bang li gelê herêmê kir ku planên li dijî yekitiya civakê red bikin.

Şêx Fehed: Yekitiya civakê ji zimanê nefretê xurttir e
10 sibat, 2026   05:05
QAMIŞLO

Nûnerê qebîleya El Sadet El Şêxan Fehed El Şêxan ji ajansa me re axivî û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modela jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan a di navbera hemû pêkhateyên civakê de bû û projeyên parçekirin û zimanê nefretê nikarin îradeya gelan û yekitiya wan têk bibin. 

Şêx Fehed El Şêxan li dîroka Sûriyeyê vegeriya û got: “Di gelek pêvajoyên dîrokê de çarenûsa gelê Kurd, Ereb û Suryan ku Misilman, Xiristiyan û Êzidî bûn, bi hev ve girêdayî bû. Sala 1937`an li Amûde hemû pêkhateyan bi hev re li hemberî projeya Fransayê ya parçekirine tê koşiyan û li ber xwe da.”

Şêx Fehed ji bo tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Feraseta xwişk û biratiya gelan bi pratîkî pêk anî. Projeya Rêveberiya Xweser rastiya dîrokî û civakî ya gelên Sûriyeyê îfade dike. Em hîna jî bi hev re li hemberî hemû plansazî û projeyên li dijî herêmê tê dikoşin.”

Têkildarî bûyerên dawîn jî şêx Fehed wiha got: “Hinek bûyerên ku li Sûriyeyê çêbûn û provokasyonên li ser medyayê hatin kirin, bûn sedema hinek binpêkirinan li ser asta kesayet û beşên ji êlên Ereban çêbe, lê ew nûnertiya hemû civak, qebîle û êlên Ereban nakin. Bûyerên li Reqa û Dêraxorê qewimîn helwesta hemû qebîle û êlên Ereban îfade nakin. Civaka me bi giştî bi hev re ye. Divê em li hemberî zimanê nefretê û provokayonên li ser medyayê têne kirin, çi hundirîn an jî herêmî bin, yekitî û jiyana xwe ya hevbeş biparêzin.”

Şêx Fehed got gelê Sûriyeyê xwedî çandekê ye ku li hemberî zimanê nefretê derkeve û hevgirtina xwe biparêze.

Şêx Fehed ev lê zêde kir: “Em bang li tevahiya pêkhateyên herêmê dikin ku projeyên parçekirine red bikin. Li kok, çand û adetên xwe yên li ser bingeha mêrxasî û hevgirtinê vegerin. Tenê bi yekitiya gelan em dikarin tê bikoşin û aramî li herêmê çêbe.”

ANHA