‘Pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk heye’

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku divê Sûriye li ser sîstema demokratîk were bi rê ve birin û hikumeta demkî xeletiyên rejîma Baasê dubare neke.

‘Pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk heye’
10 sibat, 2026   07:40
HESEKE
CAN ELEWÎ

Siyasetmedar û rewşenbîran anî ziman ku pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk heye û divê hikumeta demkî tecrubeyê ji rejîma Baasê bigire û heman xeletiyan neke.  

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên Hemîd got: “Rejîma Sûriyeyê ne demokratîk e, ji ber vê yekê li Sûriyeyê alozî heye û pirsgirêk nayên çareserkirin. Zilm, dagirkerî û şovenîzma rejîmê didomin. Li Sûriyeyê piştî rizgarkirinê, rejîmê tu carî bi teşeyên demokratîk Sûriye bi rê ve nebir. Mafên pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybet pêkhateya Kurd nadin. Hemû pêkhate hatibûn paşguhkirin, mal û milkên wan ji wan standin û demografî guhertin.”

Hemîd di berdewamê de got rejîma niha ji rejîma Baasê ne cudatir e û wiha dewam kir: “Hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di nava parleman, artêş û wezaretên hikumetê de nagirin. Heyanî niha gelê Kurd di destûrê de negihaştiye mafên xwe.”

Hemîd destnîşan kir ku ev lihevkirin aliyê wê yê erênî û yê neyînî hene û wiha got: “Aliyê lihevkirinê yê erînî heye, ji ber ku şer û komkujî hatin seknandin. Lê belê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de nehatine garantîkirin. Eger li Sûriyeyê demokrasî nebe, tundiya siyasî ya li ser gelan tê meşandin dê bidome û dawî li alozî û pirsgirêkên Sûriyeyê nayên. Em bi hêvî ne ku li Sûriyeyê demokrasî bi pêş bikeve, hikumeta niha ji rejîma Baasê tecrubeyê bigire û heman kêmasiyan dubare neke. Li welatekî ku gelek pêkhate, netewe, ol û çand hene, êdî bes e ji navendîbûyînê re. Nenavendîbuyîn dê yekitiya Sûriyeyê çêke, demokrasî bi pêş bikeve û herêm aram bibe.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbesiyê Ekrem Derwîş jî got: “Demokrasî li ser bingehê wekheviya di navbera hemû pêkhateyan çêdibe. Li ku derê demokrasî hebe li wêdere aramiya siyasî û ewlehî çêdibe. Lê belê li Sûriyeyê hikumeta demkî ne demokratîk e. Eger azadiya axavtinê bidin hemû pêkhateyan û mafên wan ên siyasî û çandî bidin wan wê yekitiya Sûriyeyê çêbe û hêzên derve wê nekarin destwerdana Sûriyeyê bikin. Bi rêya demokrasiyê dê li herêmê aramî çêbe.”

Derwîş jî sîstema Baasê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê dan ber hev dû û got: “Sîstema Baasê ya 50 salî sîstemeke diktatorî û ne demokratîk bû. Di encama polîtîkayên rejîma Baasê şerê navxweyî li Sûriyê derket. Hikumeta demkî divê tecrube ji sîstema Baasê bigire û destûr bidin hemû pêkhate nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û azad îfadeya xwe bikin.”

Ekrem Derwî di dawiyê de got dema ku ol dikeve bin xizmeta siyasetê tevlihev dibe û ev lê zêde kir: “Ol têkiliyeke ruhî ya di navbera mirovan û Xwedê de ye. Mixabin îro li Sûriyeyê olperestî û mezhebperestî heye. Di encama wê de jî li ser Elewî, Kurd û Dûrziyan komkujî çêbûn. Îdeolojiya hişk nêrînan qebûl nake. Li Sûriyeyê pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Divê îradeya jin, ciwan û hemû civakê were naskirin.”

 ANHA