Li dijî baregeha Komeleya Zehmetkêşan êrişa bi dronan

Bi dronan êrişî baregeha berê ya Komeleya Zehmetkêşan ya li Zirgiwêz a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin. Hate ragihandin ku di êrişê de tu ziyanên canî çênebûne.

Li dijî baregeha Komeleya Zehmetkêşan êrişa bi dronan
20 gulan, 2026   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, îşev careke din êrişî baregeha berê ya Komeleya Zehmetkêşan ya li gundê Zirgiwêz yê sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin. Hate ragihandin ku di êrişê de tu ziyanên canî çênebûne.

Nûçegihanê ajansa me ragihand ku, îşev bi du dronan êrişî baregeha berê ya Komeleya Zehmetkêşan ya li Zirgiwêz hate kirin. Her wisa ragihand ku ji ber êrişê tu ziyanên canî çênebûne, ziyanên madî jî nehat zanîn û têkildarî mijarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.