Sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê dewam dike

Duh derengiya şevê karwanek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, bi çekên giran û wesayîtên zirxî ber bi bajarokê Amêdiyê ve çû.

Sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê dewam dike
24 hezîran 2024   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Li gorî dîmenên medya dijîtal de hatine kom kirin duh derengiya şevê karwanek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker ku ji çekên giran û wesayîtên zirxî pêkdihat, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçû. Nehat zanîn ev leşkerên Tirk ên dagirker ji kuderê hatine û çawa derbazî Başûrê Kurdistanê bûne.

Hêjayî gotinê ye duh jî karwanek leşkerî ber bi Kanî Masiyê ve diçû.

Leşkerên Tirk ên dagirker li Başûrê Kurdistanê bi rehetî digerin û dagirkeriya xwe berfireh dikin. PDK ku li wê herêmê serdeste, dengê xwe ji dagirkeriyê re dernaxe û nahêle kes jî nerazîbûn dijî dagirkeriya dewleta Tirk derbixe.