Rojnameyên erebî: Agahiyên li ser hevdîtinên Enqere-Şam ne rast in
Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de mijarên wekî têkiliyên Şam û Enqere, beşdariya komeke çekdar di şerê li dijî Îsraîlê, her wiha nakokiyên DYA û Rûsya li Afrîkayê nirxandin.

Çapemeniya Tirkiyeyê çend roj berê îdia kiribû ku rayedarên saziyên ewlehiyê yên rejîma Enqere û ya hikumeta Şamê li navenda Himêmîmê hevdîtin kiribûn.
Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve îro de nûçeyek bi sernavê "Agahiyên hevdîtinên ewlehî, leşkerî di navbera Sûriye û Tirkiye de li Himêmîmê çêbûne, ne rast in" weşand. Hate gotin "Agahiyên di rojnameyên tirkî de hatine parvekirin ku dibêjin hevdîtinên ewlehî û leşkerî li Himêmîmê di navbera her du aliyan de çêbûne, careke din pêşî li pirsên li ser helwesta heyî ya Şamê, asta zelalbûna van agahiyan û zelalbûna wan vedike."
Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên "Agahdar" girtine ", rayedarên Şamê têkildarî nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatine parvekirin de tu bersiveke fermî nedane. Hate gotin "Çavkanî destnîşan kir ku helwesta Sûriyeyê ya li hemberî şertên nêzîkbûna bi Enqereyê re, bi taybetî şertê vekişîna wê ji xaka Sûriyeyê, nehatiye guhertin."
Her wiha hate gotin "Çavkaniyan aşkera kirin ku hewldanên çalakkirina dosyaya nêzîkbûna di navbera her du welatan de dewam dikin. Tê zanîn ku Bexda bi desteka Erebistana Siûdî, Rûsya û Çînê re û bi erêkirina DYA’yê re roleke girîng di vê çarçoveyê de dilîze."
’KOMEKE IRAQÊ GEFAN LI ÎSRAÎLÊ DIXWIN, HIKUMETA SÛDANÎ WEKÎ "BERSIVDAYÎNÊ" DIHESIBÎNE’
Li gorî agahiyan, komeke çekdar a iraqî ragihandibû ku dê li hemberî Îsraîlê li kêleka Hizbullah a Lubnanê re şer bike. Li ser vê mijarê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand. Hate gotin bi vê ragihandinê re êdî hikûmeta serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî li hemberî "hesabên dijwar" wekî ’eger ev komê êrişî nuqteyên Îsraîlê bike wê helwesta Til Avîvê çi be?’ rû bi rû maye.
Rojnameyê ku cih daye nirxandinên çavdêran jî "Dibe ku bi beşdariya vê koman li kêleka Hizbullah di şer de, şerê li eniya Lubnanê dijwartir bike an jî derbeyên hevbeş li dijî Hûsiyan pêk werin. Eger ev çêbibe hingî wê ev rewş hikumeta Iraqê dixe reweşeke pir tevlihev de, nemaze eger van koman êriş di hundirên Iraqê de pêk bînin."
’GELO WÊ WASHINGTON HEFTER JI BER TÊKILIYÊN WÊ YÊN BI RÛSYAYÊ RE CEZA BIKE’
Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatine parvekirin, Moskov hewl dide hevbendiyeke leşkerî bi generalê lîbyayî yê teqaûdbûyî Xelîfe Hefer re ava bike. Rojnameya El Erebî El Cedîd girêdayî vê mijarê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku fikarên DYA’yê li ser zêdebûna xetereyên hebûna leşkerî ya Rûsya li Lîbyayê zêdetir dibin.
Di dewama nûçeyê de hate gotin "Çapemeniya Îtalyayê ragihandibû ku desthilata Îtalyayê roja sêşema borî li ser daxwaza DYA’yê keştiya barhilgira çekan desteser kiribû. Keştiya çekan ji bendereke Çînê ber bi Bengazî ve diçû. Ev yek nîşaneyeke din a zêdebûna fikarên DYA’yê ye. Li gorî rojnameya Corriere di La Serra, Washington di wê baweriyê de ye ku keştiya çekan a Moskova ye ku di çarçoveya pêşxistina têkiliyên li gel Rûsyayê de ji Hefter re dihat şandin."
Rojnameyê cih da nirxandinên têkiliyên navneteweyî ku dibêjin "Ev tevger nîşaneya destpêkirina rageşiyeke amerîkî li hemberî Rûsya li Lîbyayê ye. Di heman demê de ketina Hefter di çarçoveya hêrsa DYA’yê de diyar dike. Em ê di demeke nêzîk de cezayên DYA’yê li dijî Hefterê bibînin. Çavdêran jî diyar kirin ku îhtîmal nine ku şerekî rasterast di navbera Rûsan û Amerîkiyan de li Lîbyayê çêbibe. "
(bb)