Hêzên ewlehiyê xwepêşandana xelkê Ceblayê asteng kir

Li bajarên perava Sûriyeyê tevlihevî berdewam e. Hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê xwepêşandana xelkê Ceblayê ya li dijî bûyerên revandin û qetilkirinê asteng kir.

Hêzên ewlehiyê xwepêşandana xelkê Ceblayê asteng kir
5 tîrmeh, 2025   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê rê neda şêniyên gundewarê Ceblayê li hember tevliheviya li herêmê, revandina şêniyan, nexasim jî hedefgirtina jina, bûyerên qetilkirin û girtinên bêserûber, xwepêşandanekê li dar bixin. 

SOHR`ê da zanîn ku îro jî piştî bangên lidarxistina xwepêşandanan li herêmên cuda yên perava Sûriyeyê, endamên "Ewlekariya Giştî" li bajarê Tartûsê belav bûne.

Li dijî beşdariya endamên wezaretên parastinê û hundirîn di kiryarên tesfiyekirinê û acizbûna desthilatan li hember van bûyerên ku gefan li aştiya civakî dixwin, gel bi hêrs e û banga derketina xwepêşandanan kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên ewlehiyê bendên xwe li çarxerêya El Saidî, avahiya parêzgehê, çarxerêya Saetê û çarxerêya "Emin El Dewle",  bi cih kirine.

Gelek çalakvanên xwecihî diyar kir ku ji bo ku rewş aloztir nebe û rewş neteqe, divê endamên biyanî û komên tundraw ji herêmên peravê vekişin.

(şx/fr)