Şewata li Girkê Legê hate vemirandin

Li başûrê Girkê Legê agir bi zeviyeke genim ket. Bi saya hewldanên şêniyan û foca agirkujiyê şewat hate vemirandin.

Şewata li Girkê Legê hate vemirandin
Şewata li Girkê Legê hate vemirandin
28 gulan, 2024   15:14
QAMIŞLO

Agir bi zeviyeke genim li gundê Rimêlan Başa yê li başûrê Girkê Legê ketibû. Bi saya hewldanên şêniyan û foca agirkujiyê ya bajêr, şewata hate vemirandin.

Li gorî daneyên Yekitiya Cotkaran a Girkê Legê nêzî 70 donim genim şewitiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA