ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya

Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi namzetên xwe yên ji Çilaxa û bajarokên wê re plansaziya propagandaya hilbijartinan nîqaş kir.

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya
ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya
ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya
ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya
ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ bi namzetên xwe re civiya
28 gulan, 2024   15:12
QAMIŞLO

Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê civînek li bajarê Çilaxa li dar xist û bi namzetên xwe re bernameya xwe ya hilbijartinan nîqaş kir. 

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Çilaxayê Ebduselam Ebas têkildarî biserxistina hilbijartinan axivî û got: "Hevrîkî xurt e, divê em xwe bi rêxistin bikin û hemleya xwe ya hilbijartinan jî xurttir bikin, ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikevin. Armancên xwe pêk bînin û şaredariyên xwe bikin navendên pêşxistina herêmê û parastina destkeftiyên gelên têkoşer."

Ebas behsa gavên ku divê di hemleya hilbijartinan de bên avêtin û rêbazên nasandina gel bi namzetan kir.

Di dawiya civînê de plansaziyeke kar hate danîn, hejmar û navendên hilbijartinan ên li bajêr û gundên wê, ji namzetan re hatin şîrovekirin.

(şx)