Şevek ji Dil: Çalakiyek ji bo piştgiriya kesên astengdar li Qamişlo

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo, jib o zarok û ciwanên astengdar, çalakiya bi navê "Şevek ji Dil" hat lidarxistin.

Şevek ji Dil: Çalakiyek ji bo piştgiriya kesên astengdar li Qamişlo
6 hezîran, 2026   20:35
QAMIŞLO

Rêxistina Nodem a ji bo piştgiriya astengdaran, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, îro çalakiya "Şevek ji Dil" li Navenda Mihemed Şêxo y Çand û Hunerê ya li Qamişo li dar xist. Komek zarok û ciwanên astengdar û malbatên wan beşdar bûn.

Şev bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêxistinê Mizgîn Osman axivî û diyar kir ku armanca çalakiyê pêşxistina hişmendiya civakê û hêzdarkirina kesên astengdar e, ji bo karibin rolek çalak di civakê de pêk bînin.

Mizgîn diyar kir ku çalakî bi hevkariya Tevgera Mezopotamyayê, Komîna Fîlmên Zarokan û Komîna Şanoyê hatiye lidarxistin, û hêviya xwe anî ziman ku ew kêfxweşiyê têxin dilê zarokên beşdar.

Di çalakiyê de, li ser rewşa mirovên astengdar êşên wan û zehmetiyên entegrebûna wan di civakê de nîqaş hatin kirin. Dê û bav û ciwanên astengdar xwestin ku piştgirî bidin zarokên astengdar.

Di çalakiyê de pêşandanên hunerî hatin pêkêşkirin, di nav wan de şanoyek bi navê "Êş û Hêvî", û her weha fîlmek karton hat pêşandan.

(k)