ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2026
7 hezîran, 2026   02:00

Rûken Ehmed diyar kir ku divê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 9`ê Hezîranê de li dar bikeve, bigihêje encamekê û biryarên wê bikevin pratîkê û got “Divê mafê hêviyê ji Rêbertî re were pêkanîn û ew bi fîzîkî azad bibe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Sîhanok Dîbo anî ziman ku mafên Kurdan nabe werin parçekirin an jî wek diyariyekê ji aliyê hikumeta demkî ve werin dîtin û got îradeya gelê Kurd divê li ber çavan were girtin û mafên siyasî û çandî yên Kurdan di destûrê de werin mîsogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

8’ê Hezîranê parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) civîna xwe ya yekemîn li dar dixe. Pirsên ku di nava gelê Sûriyeyê de derdikevin; gelo dê çi encam ji vê civînê derkeve, dê destûreke nû were çêkirin ku dawî li serdema dûrxistin û parçebûnê bîne yan jî dê nêzîkatiyên ku bûne sedemên aloziyên siyasî û mirovî li welat dîsa biafirînin? BI WÊNE Û DÎMEN

Di wextekî de ku derfetên kar kêm bûne û rewşa debarê giran bûye, berhevkirina biharatan û pincaran bûye jêdera bi dehan malbatên li gundewarên Hesekê. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzera Sûriyeyî Meys El Rîm diyar ku bandora parlamentoya ku tê payîn dê ne tenê bi avakirina wê ve were destnîşankirin, lê bi hêza wê ya kubelê dê çiqas keribe desthilatên xwe yên qanûnî û çavdêriyê bi awayekî serbixwe pêk bîne. Meys hişyarî da ku nûnertî û beşdariya siyasî ya sînorkirî dikare bandorê li rewabûna wê û rola wê di rêvebirina "qonaxa veguhêz" de bike. BI WÊNE

Xwediyên patozan bang li aliyên têkildar kir ku di zûtirîn demê de mazotê li wan belav bikin û got ji destpêka demsala çinînê ve ew mazota biha bi kar tînin, ev jî barê wan giran dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Medyaya erebî nivîsî ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriye û Îraqê tê guhertin. Agirbesta li Lubnanê jî ne asêye û dewletên kendavê hewceyê li hember destwerdanên derve hewceyî yekrêziyê ne. BI WÊNE

Komeleya Al El Beyt dê li navenda Hilala Zêrîn li Hesekê Penelkê li dar bixe, 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxitina Pêl û Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, der barê peymana 29`ê Çileyê de panelkê li Hola Zana li bajarê Qamişlo li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Dicle ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê ahenga imzekirina pirtûka Komek Arîşe û Hêvîya Zimanekî Yekbûyî" " ya lêkolîner Deham Ebdilfetah, li dar dixe. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Insyatîva Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Insyatîfa Parêzerên Sûriyeyê bo parastina Abdullah Ocalan, dê de barê Mafê Hêviyê de daxuyniyekê bidkin, li ber avahiya Dada Civakî li bajarê Qamişlo. 12.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê li Hola TEV-DEM`ê ya bajarê Dirbêsiyê, şevbêrkekê helbestan li dar dixe. 19.00. BI WÊNE Û DÎMEN