Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin

Şervanên YPJ  û YPG’ê diyar kir ku hebûna wan a li eniyan ji bo azadî û parastina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ji êriş û fitneyan e.

Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin
Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin
Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin
Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin
Şervanên YPJ û YPG: Em ê tevahî pêkhateyan biparêzin
11 sibat, 2026   09:43
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên eniya Hesekê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku dê parastina pêkhateyên herêmê û jiyana hevbeş bidomînin.

Şervana YPJ’ê Ekîn Şiyar diyar kir ku berxwedana wan ji bo azadî, xwişk û biratiya gelan e û anî ziman ku ev berxwedanî xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê ku banga civaka demokratîk û azadiyê jinan dike.

Ekîn Şiyar destnîşan kir ku li dijî herêmê şerekî siyasî û leşkerî tê meşandin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Bi rêya ferzkirina fikrên pergala kapîtalîst armanc dikin ji vî şerî bandorê li civakê bikin.  "

Ekîn Şiyar da zanîn ku dê heya dawiyê tevahî pêkhateyên herêmê biparêzin û got, Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ji salên dirêj ve bi hev re dijîn.

Di berdewama axaftina xwe de şervna YPJ’ê Ekîn Şiyar bal kişand ku armanc ji êrişên li ser herêmê û provokasyonan ew e ku ferqê bixin nava pêkhateyên herêmê û îradeya gel bişkînin û got, YPJ û YPG’ê dê nehêle fitine û zerar li gel were, dê rê nede dagirkirina herêmê û ferzkirina fikrên tundraw li ser gel.

Şervanê YPG’ê Gerîla Êriş diyar kir ku ew ji bo parastina azadiya gelan ji zulm û tarîtiyê li vir in û dê li gorî felsefeya xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş tê bikoşin.

Gerîla Êriş d zanîn ku şervanên YPJ û YPG’ê dê heya dawiyê pêkhateyên herêmê biparêzin.

Şervana YPJ’ê Hêzil Çiyager bi bîr xist ku ew ji destpêka êrişan ve bi îradeyeke mezin herêmê û gelê wê diparêzin û got, her çiqasî zehmetî hebin dê parastinê bidomînin.

Hêzil Çiyager her wiha îşaret pê kir ku êrişên medyayî bandorê li hêza wan nake, lê belê îrade û israra wan a parastinê herêmê zêdetir dike. Hêzil di dawiyê de got, ew di felsefeya xwişk û biratiya gelan û parastina tevahî pêkhateyan de berdewam in.

(bb)

ANHA