Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Şêxmeqsûdê aramiyê pêk tînin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi saya xebatên berdewam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi taybet Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, jiyana xwe bi ewlehî û aramî didomînin.

18 nîsan, 2025   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ji bo pêkanîna aramiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, xebatên xwe dewam dikin. Vê hêzê li kêleka hêzên leşkerî li çeperên şer li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk şer kir. Her wiha erkên xwe yên ewlekarî û parastina her du taxan pêk anîn.

Gelek jinên ji her du taxan tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûne û di beşên Rêveberiya Bendên Kontrolê, Hêzên Operasyonê, Dezgeha Ewlekariya Giştî, Rêveberiya Trafîkê, Kontrolkirina Madeyên Hişbir, Têkoşîna li dijî Sûcan û Beşa Jinan de hatine erkdarkirin.

Piştî vekişîna hêzên leşkerî ji Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn erka parastina ewlehiya her du taxan girte ser xwe. Ev yek li gorî rêkeftinekê ye ku di 1’ê Nîsanê de di navbera meclisên taxan û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin.

Rêvebera Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Eşrefiyê Nermîn Ebdo ji ajansa me re diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li hember hewldanên têkbirina ewlehiyê roleke girîng pêk tînin.

Nermînê destnîşan kir ku dewriyeyên wan her roj digerin, eger rewşeke biguman derkeve bi lez destwerdanê dikin.

Nermînê tekez kir ku ew xweseriya jinên ji hemû pêkhateyan diparêzin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên piştgiriya pêwîst pêşkêşî wan dikin da ku ewle û bi rûmet bijîn.

Her wiha Nermîn Ebdo diyar kir ku piştgiriyê didin jinan ku bigihêjin mafên xwe yên bingehîn û rola xwe di civakê de zêdetir bikin.

(k)

ANHA