Şervanên li eniya Tişrînê: Gelê me hêz da me û em bi biryar in ku bi ser bikevin

Şervanên li eniyên şer ên li derdora bendava Tişrînê diyar kir ku şer çi qasî dijwar bibe jî dê serkeftin a wan be. Şervanan got hatina gel ber bi bendava Tişrînê ve, hêz daye wan.

Şervanên li eniya Tişrînê: Gelê me hêz da me û em bi biryar in ku bi ser bikevin
25 ÇILE, 2025   14:51
NAVENDA NÛÇEÇEYAN

2 şervanên li eniya bendava Tişrînê têkildarî berxwedana dîrokî ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li derdora bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, ji ajansa me re axivîn.

Şervan Egîd Şeroyî der barê mijarê de got: "Hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, ku nuqteyeke stratejîk a girîng a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û deriyekî sereke yê herêmê ye, berxwedaneke dîrokî kirin.”

Egîd Şeroyî wiha dewam kir: "Bi saya vê berxwedanê hêzên me ji bo ewlekariya bendavê û gundên derdorê êrişeke dijber pêk bînin û tevî êrişên dijwar ên çeteyan jî hêzên me ji bo parastina herêmê bi pêş ve diçin.”

Egîd Şeroyî destnîşan kir ku şer bê navber dewam dike û rojane şer û pevçûnên dijwar diqewimin û got: "Hêzên me derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixin. Çeteyan nikarîn xwe li ber berxwedana şervanên me yên girêdayî axa xwe, bigirin. Em ê bi fedekarî li ber xwe bidin. Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdên sivîl ên ku bûne hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re dixwazin. Xwîna wan a pak wê me ber bi serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bibe.”

‘GELÊ ME HÊZ DA ME’

Egîd Şeroyî berxwedana berdewam a şêniyên li bendavê Tişrînê neobedariyê dikin jî nirxand û got: "Yên ku li ber serma û bombebaranê li ber xwe dan û şehîd û birîndar dan, wê  ti caran têk neçin.”

Şeroyî di dawiya axaftina xwe peyameke wiha da: "Em li vir serkeftî û bi biryar in û em ê ji cihê xwe nelivin, em ê bi pêş ve biçin, em ji gelê xwe re dibêjin, dila dilê we rehet be, baweriya me bi serkeftinê mezin e.”

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman jî wiha got: "Dema dewleta Tirk a dagirker ev hevgirtina gel dît, bi rêya çeteyên xwe û her cure çekan hewl da ku vê herêma stratejîk, bendava Tişrîn û pira Qerqozaqê dagir bike, lê berxwedana hêzên me hemû hewldanên wan pûç kir û nehişt ku bi pêş ve biçin.”

‘JI BO SERKETINÊ BI BIRYAR IN’

Qehreman bal kişand ser berxwedana gel a li bendavê û kombûna li derdora hêzên xwe û got: "Yên ku bi lehengî vê herêmê diparêzin ji bo me çavkaniya îlhamê ne. ji cîahnê re eşkere bû ku gel a li kêleka hêzên me ye. Tevî bombebaranên dijwan ên balefirên şer û yên bê mirov û toparana dijwar jî, şêniyan berê xwe bendavê. Şehîd bûn û birîndar bûn lê dîse vîna wan neşikest.”

Qehreman her wiha got: "Em li vir di çeperan de ne û moralê me gelekî bilind e û bi biryar in ku bi ser bikevin. Ev têkoşîna dîrokî ya ku şervanên me bi vîn û baweriya xwe ya xurt a bi projeya neteweya demokratîk, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tînin, dê bi serkeftinê û têkbirina hemû planên dagirkeriyê tacîdar bibe. "

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl Qehreman wiha got: "Em soz didin gelê xwe, şehîdên xwe û rêhevalên xwe yên li eniyên şer ku em ê di vî şerî de bi ser bikevin û heta dilopa dawî ya xwîna di laşê me de em ê tê bikoşin.”

(k)