3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin

3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi merasîmeke biheyet li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin. Di merasîmê de peyama domandina têkoşînê û piştevaniya QSDˈê hate dayîn.

3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
3 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi girseyê hatin oxirkirin
25 ÇILE, 2025   15:09
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Mihemed Şefîq Îsmaîl, endamê PYDˈê Mihyedîn Umer û endama HPC-Jin Xezne Ebdî yên di 21 û 22ˈyê Çileyê de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên Bendava Tişrînê de şehîd bûn, îro bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ji bo oxirkirina şehîdan li Pakrewangehê Şehîd Xebat Dêrikê kom bûn.

ˈBERXWEDANA TIŞRÎNÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN TÊ NÎVISANDINˈ

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Sûad Mistefa axivî. Sûad Mistefa berxwedana Bendava Tişrînê silav kir û diyar kir ku ev berxwedan bi xwîna şehîdan tê nîvisandin û divê her kes xwedî li berxwedana Tişrînê derbikeve.

Sûad Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gel qir bike û wiha dom da axaftina xwe "Em ji her kesî re dibêjin ku em hemû QSDˈê ne û her jinek şervaneke YPJˈê ne. Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û ji bo jiyaneke bi şeref û rûmet li ber xwe bidin."

ˈBERXWEDAN WÊ HEYA SERKEFTINÊ BIDOMEˈ

Endamê Meclisa Giştî ya PYDˈê Telet Yûnis di merasîmê de axivî ev tişt got: "Şehadeta her sê kesayetên welatparêz peyamek ji bo tevahî cîhanê ye ku berxwedana gelê me ya li Tişrînê berdewam e û her buhostek ji axa vî welatî bi xwîna şehîdên me hatiye avadan."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mazin Mihemed Şerîf jî bal kişand ser girîngiya cihê şehîdan û got: "Şehadet pileya herî bilind e. Xwedîderketina we ya li şehîdan berdewama rêya azadî û rûmetê  ye. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên wan bin."

Di merasîmê de endama HPC-JIN Minewer Yûsif jî axivî û got, dê parastina şêniyan bidomînin û li kêleka hêzên leşkerî bersiva êrişan bidin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin.

Girse cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin " û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA