Şervana YPJ’ê Kînda Brûsk Mûş bajarê Stenbolê hate bibîranîn

Li bajarê Stenbolê a Tirkiyeyê ji bo şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş kon hate danîn. Di konê de li ser têkoşîna Kînda Brûsk Mûş axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kîndayê bigihînin serkeftinê.

Şervana YPJ’ê Kînda Brûsk Mûş bajarê Stenbolê hate bibîranîn
17 hezîran, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş (Mihriban Şorli) di 17ê Çile de li Dêra Zorê di êrişên HTŞ û çeteyên wê de şehîd bû. Ji bo Kînda Brûsk li bajrê Stenbolê a Tirkiyeyê kon hate danîn. Kon bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenlerê hate danîn. Malbata Kînda Brûsk, endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DERê û gelek welatî tev li şînê bûn.

Li cihê bîranînê wêneyên Kînda Brûsk Mûş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birayê Kînda Brûsk, Mehmet Şorli (Brûsk Serhed Mûş) ku di 27ê Adara 2014an de jiyana xwe ji dest dabû, hatin vekirin û find hatin pêxistin.

Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Paşê qala têkoşîna cangoriyên têkoşîna azadiyê hate kirin û hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kînda û hemû cangoriyan bigihînin serkeftinê.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna şervanan dike hate nîşandan. Serdana gel a ji bo şînê didome.