Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbatên şehîd Cûdî Dêrik, Koçerîn Lavînya û Kînda Birûsk.

Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Bi sedan kesî sersaxî da malbatên 3 şehîdan
17 hezîran, 2026   13:41
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê îro sersaxî da malbatên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) Cûdî Dêrik (Mihemed Nûr El Îbrahîm) ku di 17`ê Çile de li Dêrazorê şehîd bûbû, şervanên Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) Koçerîn Lavîniya (Nurcan Başak) û Kînda Birûsk (Mihrîban Şûrlî) ku di 17’ê Çileya îsal de li Dêr Haferê şehîd bûbûn.

Merasîmê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Resûl axivî û got: “Şehîdên me li ezmanê me bûne stêrkên geş, rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî dikin. Ew şehîdên azadî, rûmet û edaleta civakî ne. Bi xwîna xwe, wan destanên herî mezin ên qehremaniyê nivîsandine, tirs di dilê dijmin û xayînan de çandine û civak ji zilm û koletiyê rizgar kirine.”

Piştî axaftinê şêniyan sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya wan da.

(k)