Şervana YPJ’ê: Em hêza xwe ji we digirin

Şervana YPJ’ê Jinda Çiyager ku li bajarê Hesekê ji bo parastina Rojava bi hevalên xwe re di çeperên şer de ye, di dema peşwaziya gel de peyamek da.

Şervana YPJ’ê: Em hêza xwe ji we digirin
24 ÇILE, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Jindayê ji ber piştevaniyê spasiya gel kir û got: “Em hêza xwe ya berxwedanê ji we digirin, bila her kes berê xwe bide Rojava.” 

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jinda ji gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê re peyamek şand û got: “Ji bo ku em xwedî kurdîtiya xwe derkevin, em niha di eniyên berxwedanê de ne, Di vê pevajoyê de gelê Kurd divê bibe yek. Em ê jî heta dawiya jiyana xwe li ser şopa Denîz û Ziyad li ber xwe bidin.”