Dengên li hember dorpêça li ser Kobanê bilind dibin

Çalakvanan li bajarê Amûdê, banga rakirina dorpêça li ser Kobanê û peydakirina xizmetên bingehîn ji bo şêniyên bajêr kir.

24 ÇILE, 2026   14:22
QAMIŞLO

Çalakvan û şêniyên li bajarê Amûdê, ji bo şermezarkirina dorpêça li ser Kobanê û şermezarkirina sûcên li dijî şêniyên wê, mîtîngek li dar xist.

Çalakvanan diyar kir ku dorpêça ku ji hêla hikumeta demkî û dewleta Tirk ve li ser Kobanê hatiye ferzkirin, binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan e, bi taybet ji ber rewşa mirovî ya xirab û nebûna xizmetên bingehîn. Çalakvanan banga rakirina dorpêçê û gihandina av û pêdiviyên bingehîn ji bo şêniyên bajêr kir.

Di dema çalakiyê de çalakvanan pankartên "Kobanî bê av e" û "Kobanî li dijî mirinê li ber xwe dide" hilgirtin û piştgiriya xwe ji bo şêniyên wê nîşan da. Çalakvanan her wiha bang li rayedarên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez tev bigerin da ku xwarin, pêdiviyên bijîşkî û sotemeniya germkirinê peyda bikin.

Ji ber dorpêça berdewam a ji aliyê çeteyên hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve li ser bajarê Kobanê hatiye ferzkirin, îro sibê 4 zarok ji ber kêmbûna avê û xwarinê û sermayê mirin.

(k)