Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Silêman Yûsif re hat xwestin
1 hezîran, 2024   14:04
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Silêman Yûsif ku 29’ê Gulanê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarê Dêrikê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê herikîn bin konê sersaxiyê ku li gundê Girikê Dicwêr ê Girkê Legê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Li ser navê Kongra Star Esma Mûrad sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina xeta şehîdan da. Esam Mûrad got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane dixwaze îradeya gelê herêmê bişikîne û wiha domand: "Em ê hate dawiyê li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîna xwe geş bikin.”

 Piştî axaftinê wesîqeya şehadetê ya şehîd Silêman Yûsif hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(rx/bb)

ANHA