Hêrsa gelê herêmê li hember êrişên dewleta Tirk 

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang kirin ku piştgiriya hêzên leşkerî bikin ji bo ku herêmê û destkeftiyên şehîdan bên parastin.

1 hezîran, 2024   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin, nemaze piştî ku rayedarên wê gef li herêmê xwarin ji ber ku dê li herêmê 11`ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. 

Dewleta Tirk duh bi balafirên bêmirov û yên biçek êriş kantona Cizîrê kir. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û 12 şênî jî birîndar bûn.

Li hember van êrişan û gefan hêrsa gel zêde bû ku Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê, Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê, Însiyatîfa Gel a bajarê Amûdê û Meclisa Rêveber a kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyên hevbeş dan.

Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li gelê herêmê hate kirin ku xwedî li hêzên leşkerî derkevin ji bo ku destkeftiyên şehîdan werin parastin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze prosesa hilbijartinan asteng bike nemaze ku herêmê di qada siyasî de bi pêş ketiye û hindek maye Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyî de bê naskirin.

Di daxuyaniyan de bang li rêxistin û desteyên cîhanê yên têkildarî mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe yên mirovî bînin cih û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xebatkarên qada mirovî û xizmetguzariyê rawestînin.

(şx)

ANHA

Reqa

Şehba

Heleb