Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê şehîd Rûbar Agirî li Dirbêsiyê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
Şehîd Rûbar Agirî hat bibîranîn
1 hezîran, 2024   13:59
HESEKÊ

Gerîlayê HPG’ê Rûbar Agirî (Hesen Hesen) 27’ê Nîsana îsal di berxwedana li hemberî êrişên dewlet a Tirk a dagirker de li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîd Rûbar Agirî merasîmek li taxa Şerqî ya bajar li dar xist.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed El Xetîb sersaxî ji malbata şehîd Rûbar Agirî re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya gerîla û ya gelan bişikîne. Îradeya gelan tevahî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê têk birin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê diyar kir ku wan di oxira parastina welat ji dagirkeran de bi hezaran şehîd dane û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevgera rizgariya Kurdistanê tune bike û berxwedana gel a ku li hemberî êrişên wê bûye kelem, bişikîne.”

Pismamê şehîd Rûbar, Mistefa Şerîf Hesen anî ziman ku şehîd Rûbar mîna bi hezaran ciwanên Kurdistanê ji bo parastina welatê xwe berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Mistefa di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan da.

(bb)

ANHA