Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Salih Mehmûd El Şebo re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Salih El Şebo re xwestin
4 adar, 2025   14:21
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Hemîsê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Salih Mehmûd El Şebo ku di 29’ê Çileya îsal de bi berxwedana li Bendava Tişrînê şehîd bibû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Salih El Şebo ya li bajarokê Ceza yê rojhilatê bajarê Til Hemîsê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin ji fermandarên QSD’ê Egîd Ehmed axivî. Egîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd rêya azadiyê nîşan da da ku gel bi aramî û aştî bijîn."

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Til Hemîsê Rewaa El Casim soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: "Xwîna şehîdan ne erzan e. Şehîd bi fîzîkî çûne, lê bîranînên wan timî zindî ne."

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Til Hemîsê Mihemed El Kemaş jî axivî û diyar kir ku welat bi xwîna şehîdan ava dibin û ne ji şehîdan bûye wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibûya navenda terorê.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Salih El Şebo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi bezkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA