Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk jinên ku di çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê de birîndar bûne, xelat kirin.

Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Birîndarên berxwedana Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
4 adar, 2025   14:55
REQA

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya Demokratîk ve" li dar xist. Çalakî bi beşdariya endamên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Babil a bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen axivî. Nesrîn di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna jinan û rola wan di avakirina civakeke demokratîk û azad de.

Nesrîn berxwedana gel û şervanên QSD û YPJ’ê ya li Bendava Tişrînê silav kir û got:  "8’ê Adarê boneyeke ji rêzê nin e. Em soza xwe nû dikin ku em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û qalibên klasîkî yên ku li ser jinan hatine ferzkirin bişkînin. Ji bo mafên jinan di nivisandina destûrê de were mîsogerkirin em ê kar bikin."

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Cîhan Mihemed jî axivî û got: "Ji vir, ji bajarê Reqayê yê ku ji ber şer û wêraniyê êş kişand û bi saya îrade û biryardariya gel ji nû ve rabû, em bi yek dengî teqez dikin ku Şoreşa Jinan beşek ji şoreşa mezin a gelê Sûriyeyê ye. Em di wê baweriyê de ku jinên sûriyeyî wê bi zanist, çand, israr û biryardariya xwe ya ku naşkê roleke sereke û stratejîk di avakirina Sûriyeyê de bilîzin."

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhrê Senûh jî tevahî jinên sûriyeyî silav kir û got "Tê naskirin ku jinên sûriyeyî xwedî îradeyeke bihêz in ku nayê şikandin."

Piştî axaftinan, berxwedêrên çalakiya nobetê ya li bendava Tişrînê yên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA