Sersaxî ji malbata şehîd Hawar Qendîl re hat xwestin

Gelê kantona Firatê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hawar Qendîl re xwestin.

15 ÇILE, 2026   15:03
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê ji malbata endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn şehîd Hawar Qendîl (Dawûd Mihemed) re ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû, sersaxî xwest. Mersîma sersaxiyê li gundê Korqulingê yê Çelebiyê pêk hat. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Wedhê Mislim Berces soza șopandina rêya şehîd da û got ew weke dayik, ew ê xeta şehîdan bișopînin û bigihêjin serkeftinê.

Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Selehedîn Ehmed jî got bi xeta şehîdan serkeftin teqez dibe û got ji bo avakirina jiyaneke azad van şehîdan cane xwe kir feda û got: “Di dîroka gelê me de bi hezaran qehreman û mêrxwaz derketin, ji Mazlûman heta Ziyadan agirê şoreşê gurtir bû.”

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbram Oçqardaş jî got bi xeta şerê gel ê şoreşgerî șervanan berxwedaneke dîrokî kir, berxwedana li her du taxan li hember tarîtiye bû.

Pismamê şehîd Hawar Qendîl, Mehmûd Wêso Elî jî got berxwedana şervanan a li her du taxan di asta herî bilind de bû.

Dûre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Di dawiyê de girseya gel bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" derbasî bin konê sersaxiyê bû.

(sş)

ANHA