Malperên çeteyan itiraf kirin: DAIŞ’î tevlî êrişên ser Şêxmeqsud, Eşrefiye û Dêr Hafir bûne

Li gorî hinek malperên komên çeteyan, endamên DAIŞ’ê yên ji Ozbekîstanê jî tevlî êrişên li Heleb bûne. 

Malperên çeteyan itiraf kirin: DAIŞ’î tevlî êrişên ser Şêxmeqsud, Eşrefiye û Dêr Hafir bûne
15 ÇILE, 2026   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di agahiyên hatine parvekirin de tê gotin ku ev çete li bajaroka Kefernaya ya girêdayî Idlıbê dimînin û niha di nava êrişan de cih digirin. Her wiha tê gotin ku li  vî bajarokî gelek Ozbekî hene û hemû tevlî êrişan bûne.

Piştî êrişên li ser Helebê, derketibû holê  ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji welatên din jî tevlî êrişan bûne. Li gorî dîmen û agahiyên ku 10’ê Çileyê hatine belavkirin yek ji van çeteyan jî Ehmed Mensur ê Misrê ye û derbarê wî de biryara girtinê heye. Di dîmenê de Ehmed Mensur di nava koma çeteyên ku cenazeye endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud ji avahiyê di avêjin xwarê de xuya dike.