Şêniyan digirin û fîdyeyê ji malbatên wan dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digirin û ji bo berdana wan fîdyeyê ji malbatan dixwazin. Jineke ku bi 2 zarokên xwe re hatibû girtin û ji bo ewlehiya malbata xwe nekarî navê xwe bide, got “Ez û zarokên min dîl girtin û beramberî 700 dolarî berdan.”

Şêniyan digirin û fîdyeyê ji malbatên wan dixwazin
15 ÇILE, 2026   15:07
QAMIŞLO

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir, gelek kesên sivîl destgîr kirin. Çeteyên dewleta Tirk wekî li Efrînê ji bo berdana sivîlan pereyan ji malbatên girtiyan, an jî kesên dixwazin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, dixwazin. 

Jineke ku tevî 2 zarokên xwe ji aliyê çeteyan ve hatibû girtin, got: “Me 700 dolar da heta em berdan.” Ev komên çete rasterat gel digirin û ji bo berdanê jî fîdyeyê dixwazin.

MALAN TALAN DIKIN

Kurdên ku ji ber êrişan neçar man derketin, her tiştê xwe li pey xwe hişt. Komên çete dikevin malan û malên gel talan dikin. Ji gel re dibêjin “Dê Kurd ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkevin”.

(bî)

ANHA