Sersaxî ji malbata şehîd Amir Ehmed re hat dayîn
Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Amir Ehmed El Hesen.
Îro bi sedan şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Amir El Hesen.
Şehîd Amir di 20'ê Tebaxê de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a taxa Hilko hat vegirtin.
Di destpêka merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Emar Mûsa li ser girîngiya fedakariya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina herêmê û destkeftiyên wê, axivî.
Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê Lewend Mihemed li ser taybetmemdiyên şehîd Amir axivî û destnîşan kir ku şehîd di parastina ewlehî û aramiya herêmê de xwedî rola girîng bû.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.
(mh)
ANHA