Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 

Malbata dayika Leyla Mihemed ku ji koçberên Efrînê ne, dema ji Reqayê ber bi Hesekê ve ketine rê rastî îşkenceya çeteyan hatine. Kurê dayika Leyla Sibhî Henan ku her du lingê wî tune ne, rastî îşkenceyê hatiye. Çeteyan serê kesekî jê kiriye, dema dor hatiye Sihbî 3 zarokên wî xwe avêtine ser bavê xwe û nehêlaye serê wî jê bikin.

Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 
Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 
Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 
Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 
Serpêhatiya malbata dayika Leyla şahida zilma çeteyan e 
26 ÇILE, 2026   10:09
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Dayika Leyla Mihemed ku bi kurê xwe Sibhî Henan, bûka xwe û 3 neviyên xwe (12, 6, 5 salî) re ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê ji Reqayê berê xwe dabû Hesekê, li herêma Sebeh El Xêr ketin kemîna çeteyan. 

Dayika Leyla ji navçeya Raco ya Efrînê ye. Di sala 2014’an de dema çeteyên li Ezazê êrişî Efrînê kir, kurê wê Mihemed Henan şehîd ket. Piştî sala 2018’an dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî Efrînê kir, kurê wê Şewket Henan li ber çavê dayikê birîndar dibe û şehîd dikeve. Dayika Leyla û malbata xwe ji Efrînê koçî Şehbayê dibin.

Li Şehbayê jî kurê wê Sibhî di encama teqîna mayîna çeteyan de her du lingên xwe winda dike (2023). Dema 8’ê Kanûna 2024’an HTŞ’ê êrişî rejîma Baasê kir, malbat ji Şehbayê koçî bajarê Reqayê dike. Dewleta Tirk dîsa bi çeteyên xwe re di 6’ê Çileyê (2026) de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û heta niha êrişên xwe ranewestandine. Piştî çeteyan êrişî Reqayê kir, malbatê berê xwe da bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li ser rêya Sebeh El Xêr a di navbera Reqa û Hesekê de, çeteyan kemîn danî pêşiya gel û êrişî gel kir.

Piştî gel hat rawestandin, çeteyan êrişî ciwanan kir. Sibhî Henan ku ji her du lingên xwe birîndar e, li ber çavên zarokên wî rastî îşkenceyê hat. Şofêrê wesayîta ku li pêşiya malbatê diçû jî peya kirin û li kêleka Sihbî dirêjî erdê dikin û serê wî jê kirin. Çeteyan hewl dan serê Sibhî jî jê bikin, lê zarokên wî xwe avêt ser bavê xwe û ev bû sedem ku çete serê wî jê nekin. Dayika Leyla jî ji bo kurê xwe xilas bike xwe ji wesayîtê diavêje û ji her du lingên xwe birîndar dibe.

Sihbî dibêje ji nava gel 9 ciwan ku navên wan nizane (2 jin û 7 mêr) ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û heta niha agahî ji wan tune ye.

Çeteyan pere, telefon û wesayît ji malbatê standin û malbat ma li ser rê. Kesek ji Hesekê malbatê li ser rê dibîne û wan tîne Hesekê.

Piştî malbat gihaşt Hesekê, derbasî bajarê Qamişloyê bû û niha li Dibistana Ferhan Elî ya li taxa Hilêliyê bi cih bûye. Ev tenê serpêhatiya malbatekê ye ku bi hezaran malbatan heman zilm ji çeteyan dîtiye. Bi giştî 46 malbat li dibistanê dimînin, saziyên herêmê û gelê Qamişloyê alîkariya wan dikin.

(h)

(ANHA)