Êrişî çalakiya Rojavayê hat kirin: Ciwanekî ji Kobanê hat qetilkirin

Li Tarsusê ya Bakurê Kurdistanê kesekî çekdar êrişî çalakiya protestokirina êrişan kir. Di êrişê de Baran Ebdî yê ji Kobanê hate qetilkirin.

Êrişî çalakiya Rojavayê hat kirin: Ciwanekî ji Kobanê hat qetilkirin
26 ÇILE, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê li ber Best Kiraathane ya li Tarsûsa Mersînê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi daxuyaniyekê protesto kir.

Piştî daxuyaniyê, ciwanan li kolanên Taxa Gazîpaşayê çalakiya xwe domandin.

Polîsan êrişî ciwanan kir. Di vê navberê de, kesekî bi navê Huseyîn Kanlibiçak ê li ser Sêwregê qeydkirî û endamê MHP’ê li kolanan gule li komê reşand.

Kanlibiçak ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Baran Ebdî yê ji Kobanê ku wekî mêvan hatibû mala xaltîka xwe, bi giranî birîndar bû. Ebdî, dema ku li şaneşîna malê bû gule li serê wî ket û li nexweşxaneya ku ew birinê jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterên DEM Partiyê yê Mêrsînê Elî Bozan di derbarê bûyeran de ev daxuyanî da: “Lanet li dijminatiya we be! Min wekî din gotin nedît. Piştî xwepêşandana me ya Rojavayê li taxa Gazîpaşa ya Tarsûsê, segekî ku gule li ciwanên me yê belav dibûn reşand, gule bera serê Baran Ebdî yê 24 salî yê ji Kobanî dema ku li şaneşîna mala xwe bû, da û ew qetil kir.