Çapemeniya cîhanê bal kişand ser bandora dewleta Tirk a di êrişên li ser Rojava de

Rola dewleta Tirk û bêdendiya Ewropayê ya li hember êrişên li ser Rojava di rojeva çapemeniya cîhanê de ye.

Çapemeniya cîhanê bal kişand ser bandora dewleta Tirk a di êrişên li ser Rojava de
26 ÇILE, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava, bi binpêkirinên HTŞ’ê yên agirbestê didomin. Çapemeniya cîhanê bal kişand ser rola Tirkiyeyê û bêdengiya Ewropayê.

The Jacobin a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gotarek bi sernavê “Rojava têkoşîna hebûnê dide” weşand û bal kişand ser bêdengiya welatên Rojava yên li hemberî êrişên li ser Rojava. Di nivîsê de hate gotin: “Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi piştgiriya leşkerên îslamîst ên paramîlîter, li hemberî herêma Rojava êrişên berfireh dane destpêkirin. Dewletên rojavayî piştgirî didin serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şera, hikumet bi tundî û zextan welat bi rê ve dibe.”

 ‘TIRKIYE LI SER TEPISANDINA KÊMÎNEYAN HATIYE AVAKIRIN’

Her wiha di nivîsê de wiha tê diyarkirin: “Komên cîhadîst ên bi piştrigiya Tirkiyeyê û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, bi zanebûn êrişê taxên Kurdan dikin. Di têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de şopên Tirkiyeyê aşkera ne. Herwiha Tirkiye di bin tundiya jeopolitik de ye. Enqere di rageşiya ku ji Filîstên ber bi Îranê ve berfireh dibe de, giraniya xwe ya stratejîk a li ser Rojhilata Navîn bi lez winda dike.”

Di berdewamiya nivîsê de, cih dan berxwedana Rojava û ya li çar aliyên cîhanê didome.

‘KURD DI BIN ÊRIŞAN DE NE LÊ HÊZÊN ROJAVAYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN ŞERA’

Rojnameya Berliner Zeitundê di manşeta xwe de wiha got: “Li Sûriyeye carekî din aloziyê kûr dikin: Li hemberî Kurdan gefa qetlîamê heye. DAIŞ, hat berdan û Kurd jî di bin êrişên de ne. Welatên Rojava piştgirya serokê demkî El Şera didomînin.”

Deutsch Welle (DW) di nûçeya xwe de bal kişand ser rewşa gelê Kobanê. Di nûçeyê de cih da pênaseya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya têkildarî karesata Kobanê û ev tişt hate gotin: “Kobanê ji aliyê bakur ve sînorê wê bi Tirkiyeyê heye û aliyên din jî ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve hatiye dorpêçkirin.”

The Guardian, BBC, Financial Times, The Economist, The Wall Street Journal ruxmî domandina pevçûn û êrişan nûçeyên agirbestê weşandin û bê deng dimînin. Her wiha gelek rojnameyên Fransa û Almanyayê yên xwecih, nûçeyên têkildarî çalakiyên protesto yên li Ewropayê diweşînin.