Serokwezîrê Slovakyayê di êrişa çekdarî de birîndar bû

Hat ragihandin ku serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco di êrişa çekdarî de ya piştî civîna Lîjneya Wezîran a li bajarê Handlovayê, birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê û êrişkar hat girtin.

Serokwezîrê Slovakyayê di êrişa çekdarî de birîndar bû
15 gulan, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TARS) de hat diyarkirin ku piştî civîna Lîjneya Wezîran a li Mala Çandê ya bajarê Handlovayê yê li herêma Trencînê, çekdaran gule berdan avahiyê.

Hat diyarkirin ku di êrişê de Fîco birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê êrişkarê çekdar girt.