Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyeyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê Hema, Reqa û Resafê yên çolistana Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyeyê bombebaran kir
15 gulan, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî deverên tên gumankirin ku çeteyên DAIŞ'ê êrişên xwe ji wir li çolistana Sûriyeyê pêk tînin, êrişên hewayî pêk anîn.

SOHR'ê diyar kir ku êriş li dijî cihên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundewarê Hema, Reqa û Resafê yên çolistana Sûriyeyê bûn.

Li çolistana Sûriyeyê di dema dawîn de êrişên çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê û yên hevkarên wê zêde bûne.

Li gorî SOHR'ê di 26'ê Nîsana borî de balafirên şer ên Rûsyayê êrişên hewayî yên nû li çolistana Sûriyeyê li dijî deverên belavbûna DAIŞ'ê li çolistana Sixnê ya rojhilatê Humisê pêk anîn.

(mh)