Serokwezîrê Iraqê: Divê DYA qada hewayî ya Iraqê ji bo êrişan bi kar neyne

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El Sûdanî bang li DYA’yê kir ku qada Iraqê ya hewayî ji bo êrişên li ser welatên din bi kar neyne.

Serokwezîrê Iraqê: Divê DYA qada hewayî ya Iraqê ji bo êrişan bi kar neyne
10 adar, 2026   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El Sûdanî bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio re axivî.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatiye dayîn, Sûdanî diyar kiriye ku divê qada hewayî ya Iraqê, xak û avên wê ji bo êrişa li ser welatên cîran di operasyonên leşkerî de neyên bikaranîn.

Her wiha Sûdanî anî ziman ku wan her cure hewldanên ku berê Iraqê bidin nava şer, red kirine.

Piştî ku êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kirin, li qada hewayî ya Iraqê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Tê gotin, balafirên şer ên ji herêmê derbas dibin bombeyan li Îranê dibarînin, her wiha fuzeyên ku ji aliyê Tehranê ve têne avêtin jî di ser qada hewayî ya Iraqê re derbas dibin.

Sûdanî di axaftina li gel Rubio de bal kişand ser girîngiya parastina serweriya Iraqê û anî ziman ku aliyên tev li şer bûne divê qada hewayî ya Iraqê binpê nekin. Rêveberiya Iraqê destnîşan dike ku divê welatê wan li derveyî şerê herêmî bimîne.