Têkildarî mirina Elaa El Emîn lêpirsînê dest pê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş da zanîn ku têkildarî mirina Elaa El Emîn lêpirsîn daye destpêkirin. Elaa El Emîn ji Swêdê hatibû herêmên Rêveberiya Xweser.

Têkildarî mirina Elaa El Emîn lêpirsînê dest pê kir
10 adar, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş a Kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkildarî mirina Elaa El Emîn ku ji Swêdê hatibû herêmên Rêveberiya Xweser, komîteyek hatiye avakirin da ku bûyerê zelal bike.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Di 8’ê Adara 2026’an de hin saziyên ragihandinê û medyaya dîjîtal nûçeyên der barê mirina Elaa El Emîn de ku ji Swêdê serdana herêmên Rêveberiya Xweser dikir û îdiayên der barê şertên girtin û mirina wê de belav kirin.

Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş de, li ser bingeha berpirsyariya me ya exlaqî ya li hember welatiyên me, em van tiştan zelal dikin;

Em bi zelalî piştrast dikin ku prensîbên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş li ser wan hatine damezirandin, di serî de li ser parastina mirovan û parastina mafên mirovan in û her pratîkên li derveyî çarçoveya qanûn û nirxên mirovan kiryarên ku nêzîkatiya saziya me yan prensîbên wê yên giştî temsîl nakin, pêk tên.

Di cih de piştî bûyerê me komîteyeke lêpirsînê li ser asta bilind ku ji komeke pisporên hiqûqî û çavdêran pêk tê, damezirand da ku hemû hûrgiliyên bûyerê lêkolîn bike û rastiya bûyerê diyar bike.

Em soz didin gelê xwe û raya giştî ku encamên lêpirsînê bi zelaliya temam belav bikin, di heman demê de em tekez dikin ku her kesê ku di xemsarî yan binpêkirina rêzikname û qanûnan de beşdar be, dê berpirsyar be.”