Serokwezîrê Bangladeşê welat terikand

Serokwezîra Bangladeşê bi ser zêdebûna çalekiyên protestoyan, ji peywira xwe îstîfa kir û bi helîkopterê welat terikand.

Serokwezîrê Bangladeşê welat terikand
5 tebax 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bangladeşê ev sê hefte ne li dijî desthilatê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Di çalakiya de heya niha nêzî 300 çalakvan jiyana xwe ji dest dan û Serokwezîr Şeyh Hasîna neçar ma ji ber çalakiyên protestoyan îstîfa bike. Hat destnîşankirin ku Hasîna Vecîd ji paytexta Dakkayê bi helîkopterê welat terikand û ber bi Hîndîstanê ve çû. 

Li gorî agiyên nûçeyên BBC’yê li Bangladeşê, bi daxwaza rakirina konteyjanên xebatkarên di saziyên cemaweriya giştî de, çalakiyên protestoyê dest pê kirin û çalakî veguherîn tevgerekî mezin a li dijî hikûmetê. Di çalakiyan de piraniya çalakvanan, bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Çalakvan xwestin Vecîd were darizandin û daxwaza diyalogê ya Vecîdê jî red kirin. Ji serokên tevgerên ciwanan Nahîd Îslam beriya îstîfaya Vecîdê daxuyanî dabû û xwestibû ku serokwezîr ji ber “cînayetan, talan û nelirêtiyan” were darizandin.

Li Bangladeşê biryar hatibû dayîn ku ji sedî 30’ê îstîhdama kar ji bo zarokên kesên ku di sala 1971’an de tev li şer bûne, were veqetandin. Çalakî bi daxwaza rakirina vê sepanê ji hêla xwendekaran ve hatin destpêkirin. Di encama çalakiyên bi mehan e dom dikin de hat diyarkirin ku Vecîd bi helîkopterê ji paytext Dakkayê bi çûye Hindîstanê.

Kanalên ji welat weşanê dikin, dîmenên xwepêşandanên ku ketine qesra hikûmetê ya Ganabhabanê, diweşînin.