Îsraîlê cenazeyên 84 filistiniyan radest kirin
Hêzên Îsraîlê bi rêya Xaça Sor cenazeyên 84 filistiniyan ên li Xezayê radest kirin.
Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê ragihand ku filistînî bi rêya Xaça Sor 84 cenazeyên bi rêya deriyê sînor ê Kerem Eûb Salim ê di navbera Xeza, Misir û Îsraîlê de, hatine wergirtin.
Filistîniyan dîmenên amadekirina gorên komî li goristanekê li Xan Yusinê parve kirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di êrişên navbera Îsraîl û Hemasê de 39 hezar û 623 kes hatine kuştin.
(şx)