Dosyaya Silêman Ehmed careke din birin Parlamentoya Brîtanyayê

Dosyaya revandin û cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, her ku diçe navneteweyîtir dibe. Çalakvanekî Kurd doza Silêman Ehmed careke din bir Parlamentoya Brîtanyayê.

Dosyaya Silêman Ehmed careke din birin Parlamentoya Brîtanyayê
5 tebax 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed 285 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Ehmed piştî 279 rojan hatibû dadgehkirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn.

Girêdayî vê yekê bi armanca zêdekirina zextên li ser PDK‘ê, çalakvanek sivîl yê Kurd li Brîtanyayê doza revandin û cezakirina Silêman Ehmed bir Parlamentoya Brîtanyayê.

Çalakvanê sivîl yê li Brîtanyayê Rêbwar Yasîn der barê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û got: “Me dosyaya dadgehkirina Silêman Ehmed ji parlamentera brîtanî ya bajarê Holcity Emma Hardy re şand.”

Emma Hardy jî ragihand ku dê dozê bigihîne ber serokê parlamentoyê ji bo ku zextê li PDK’ê bike ku desthilata yekem ya hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê ye, da ku Silêman Ehmed azad bikin.

Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karî hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 286 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kiribû. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.