Serokkomarê Lubnanê: Em amade ne sînorê bi Sûriyeyê re destnîşan bikin

Serokkomarê Lubnanê got welatê wî amade ye sînorê bi Sûriyeyê re destnîşan bike û diyar kir ku çareserkirina nakokiya li ser herêma sînorî ya Şebaayê dikare were paşxistin.

 Serokkomarê Lubnanê: Em amade ne sînorê bi Sûriyeyê re destnîşan bikin
13 kanûn, 2025   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn duh pêşwaziya komeke rojnamevanan kir. Ewn ji rojnamevana re got: "Fransayê nexşeyên sînorê bi Sûriyeyê re dane me. Em amade ne sînor bi wan re nîşan bidin dema ku ew biryar bidin. Komîteya Lubnanê jî hazir e. Em dikarin komîteyekê ji bo nîşankirina deryayî û yekê jî ji bo nîşankirina bejahî jî ava bikin.”

Ewn got: "Têkiliyên bi Sûriyêye re hêdî ne, lê baştir dibin. Em hêvî dikin ku ya herî baş be."

Serokkomarê Lubnanê bal kişand ser dan û standinên bi Îsraîlê re jî û got: "Dagirkerekî axa me heye ku her roj me hedef digire û zarokên me dîl digire. Em çawa dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin ji bilî dan û standinê? Dema ku artêşek şer dike û digihêje rêyeke xitimî wê demê vebijêrka dan û standinê derdikeve pêş."

Ewn destnîşan kir ku wî balyoz Simon Karam wek serokê şandeya Lubnanê bo komîteya "Mekanîzmê" hilbijartiye û got ji ber ku ew balyozekî berê li DYA’yê bû û beşdarî dan û standinên berê yên li Madrîdê bûbû.

Jozef Ewn li ser daxuyaniyên dawiyê yên nûnerê DYA’yê Tom Barrack jî anî ziman ku daxuyanî ji aliyê hemû lubnaniyan ve têne redkirin.

Li ser pirsa çima hin parlamenterên Lubnanê rêbaza diyarkirina sînorê deryayê bi Qibrsê re red kir, Ewn ev bersiv da: “Di sala 2011’an de hikumeta serok Necîb Mîqatî rêgezên diyarkirina sînoran danîn. Tiştê ku me kir ev bû ku van rêgezan pêk bînin. Me bi Desteya Qanûnsaz û Pirsgirêkan re şêwir kir ka gelo ev peyman pêdivî ye ku biçe parlamentoyê. Di encamê de bersiv ’na’ bû.”

Li ser pirsa alîkariyên DYA’yê bo artêşa Lubnanê serokkomar diyar kir ku gelek bernameyên alîkariyê hene. Her wiha got: "Ya balkêş ew bû ku cara yekemîn bi biryareke fermî dibêjin divê alîkariya artêşa Lubnanê bê kirin. Ev mijareke erênî û bingehîn e ji bo me.”

(b)