Filistînê planên parçekirina Xezayê red kirin

Filistînê planên Îsraîlê yên parçekirina Xezayê red kirin û diyar kir ku Xeza beşeke dewleta Filistînê ye.

Filistînê planên parçekirina Xezayê red kirin
13 kanûn, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku dewleta Filistînê planên Îsraîlê yên parçekirina Xezayê û Qudsê yan jî ji nû ve dagirkirina Xezayê, qebûl nake û got heta niha tu çareseriyên ewlehî yan jî yên leşkerî ji bo Xezayê tune ne.

Ebas di serdana xwe ya li Îtalyayê de got Xeza beşeke dewleta Filistînê ye.

Ajansa nûçeyan a Filistînê da zanîn ku Ebas geşedanên li Filistînê û mijarên wekî xebatên pêkanîna agirbestê, pêkanîna qonaxa duyemîn a plana serokê DYA’yê Donald Trump, vekişîna Îsraîlê û ji nû ve avakirinê bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê re parve kirine.

(mh)