Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Li gorî çavdêran aramiya Rojhilata Navîn girêdayî roleke girîng a Kendavê di piştgiriya çareseriyên siyasî û geşepêdanê de ye. Hate gotin fikarên Ewropayê yên li ser encamên şerê Ukraynayê zêde bûne.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
13 kanûn, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da dosyaya îstiqrara Rojhilata Navîn, bandorên şerê Ukraynayê yên li ser Ewropayê û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê û guhertina hevsengiyên navneteweyî.

ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya Okaz a Erebistana Siûdî mijara aramiya li Rojhilata Navîn wek mijareke siyasî ya herî tevlihev a cîhanê nirxand û sedema vê yekê wiha diyar kir: “Rojhilata Navîn xwedî cihekî stratejîk ê herêmê ye. Çavkaniyên xwezayî û cihêrengiya çandî yên wê, lewra rû bi rûyî pevçûnên xeternak e.”

Rojnameyê destnîşan kir ku pevçûnên navxweyî û şerên dubare, bi taybetî şerê li Xezayê, hişt ku herêm bibe navendeke domdar a aloziyê, vê jî bandoreke neyînî li ser pêşkeftin, aborî û binesaziyê kiriye.

Li gorî rojnameyê, dewletên Kendavê bi rêya hewldanên siyasî û aborî yên jinûve vegeradina hin welatan li nava hawirdora erebî û piştevaniya çareseriyên siyasî roleke girîng di xurtkirina aramiyê de lîstiye.

ALIYÊ JEOPOLÎTÎK Ê ŞERÊ UKRAYNAYÊ

Rojnameya El Quds El Erabî jî bal kişand ser aliyê jeopolîtîk ê şerê Ukraynayê. Hate gotin, li gorî pisporên leşkerî yên rêbazên stratejîk û amadekariya ji bo şerê konvansiyonel û sîber, bêyî ku serî li senaryoyeke şerê rasterast bi Rûsyayê re bidin, bûye pêdivî.

Hate gotin “Ukraynayê wekî ku di çarçoveyeke dîrokî ya tevlihev de ye. Ewropa di navbera du rewşên tevlihev de de maye; nirxên demokrasiyê biparêze û nikare bi tememî tev li şer bibe. Ev her du rewş jî polîtîkayeke bibandor pêk naynin."

FIKARÊN EWROPIYAN ÊN TÊKILDARÎ RÛSYAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser fikarên Ewropayê yên têkildarî Rûsyayê. Di heman demê de fikarên Rûsyayê yên ji niyetên hêzên rojavayî nirxandin.

Rojnameyê bal kişand ser veguherîna têkiliyên Almanya-Rûsyayê ji hevkariyeke enerjî û aborî bo rewşeke fikarên hevbeş û diyar kir ku ev yek ligel planên leşkerî yên Almanya pê tê ku amadekariyên senaryoyên pevçûnên muhtemel bi Moskovê re dikin. Hate gotin, ev plan vegera têgeha "leşkerîkirina civakê" nîşan didin. Rayedarên leşkerî yên ewropî hişyarî da ku tevî ku ji ber şerê Ukraynayê westiyaye jî şiyana Rûsyayê ya destpêkirina êrişên sînorkirî, lê li gorî daxuyaniyên Rûsyayê ew ji her şerekî li ser wê were ferzkirin amade ye.

‘EWROPA BI TENÊ YE’

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Xelîc a Îmaratê diyar kir ku Ewropa di cîhanekê de ku ber bi piralîbûnê ve diçe, bi tenê ye. Rojnameyê îşaret pê kir ku stratejiya nû ya ewlehiyê ya Amerîkî kêmbûna sîwana ewlehiyê ya amerîkî li ser parzemîna Ewropayê aşkera kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku Ewropa ji ber şerê li ser sînorên xwe yên rojhilat bi zexteke aborî û leşkerî ya bêhempa re rû bi rû ye, ev yek wê neçar dike ku serxwebûna xwe ya stratejîk ji nû ve binirxîne û şiyanên xwe ya xweser ava bike. Li gorî rojnameyê, parzemîna Ewropa niha bi du hilbijartinên dijwar re rû bi rû ye; yan veguhere hêzeke serbixwe ku dikare xwe biparêze, an jî vekişe ber bi sînorên pergala nû ya navneteweyî.

(b)