Serokeşîr û rûspiyên Hesekê: Em li pişta koçberan in

Serokeşîr û rûspiyên bajarê Dirbêsiyê û yê Zirganê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji koçberan û QSD'ê re nîşan da.

Serokeşîr û rûspiyên Hesekê: Em li pişta koçberan in
4 kanûn, 2024   18:12
HESEKÊ

Serokeşîr û rûspiyên bajarê Dirbêsiyê û yê Zirganê yên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin û der barê wê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Omera, Seid Silêman Hac Mensûr ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de nerazîbûna li hemberî koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî ya ku li Heleb û Şehbayê tên pêkanîn, hat nîşandan.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan hat şermezarkirin û bang li rêxistinan hat kirin ku destekê bidin koçberan.

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê û gundewarên wan piştgirî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û koçberan hat nîşandan.

(mh)

ANHA