Li Dêrikê 2 welatiyên birîndar şehîd bûn

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şuştingeheke erebeyan li bajarê Dêrikê hedef girt. Di encamê de 4 welatî birîndar bûn. Ji wan 2 welatî şehîd bûn.

Li Dêrikê 2 welatiyên birîndar şehîd bûn
4 kanûn, 2024   18:02
DÊRIK

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şuştingeha erebeyan a "Ararat" li nêzî geraca basan a bajarê Dêrikê hedef girt. Di encamê de 4 welatiyên ku li wir bûn birîndar bûn.

Ji wan welatiyan 2 welatî şehîd bûn û yên din tên dermankirin.

(mh)