Saziya Barzaniyan û çete hewl didin gel birevînin

Hat ragihandin ku saziya Barzaniyan ku navê Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî li xwe dike û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, seyareyan dibin Şehbayê û xwe wekî kesên ku bi hawara wan de hatine nîşanî gel didin, lê hewl didin wan birevînin û bibin Efrînê.

Saziya Barzaniyan û çete hewl didin gel birevînin
4 kanûn, 2024   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, saziya Barzaniyan û çeteyên dagirkeran, hewl didin gelê ku li Şehbayê maye, bibin herêmên din ên dagirkirî. 

Çavkaniyan diyar kirin ku çete û saziya Barzaniyan xwe wekî kesên ku ji Cizîrê bi hawara wan de çûne nîşanî gel didin.

Komên çete bi otobusan diçin cem gel û jê re dibêjin ku wê wan bibin cihên bi ewle, lê hewl didin wan bibin Efrîna dagirkirî.

Rêveberên Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê dan zanîn ku wan ji bo gel 50 bas şandine, lewma çete û saziya Barzaniyan jî hewl didin bi basan gel birevînin. Rêveberan hişyarî dan ku hemû gel li hemberî van hewldanan baldar be, li telefonên berpirsyaran ên hatine parvekirin bigerin û xwe bigihînin wan.

telefonên ku hatine parvekirin wiha ne:

0980896536

0951346835

0932171049