Serokên Fransa, Brîtanya, Almanya û Polonyayê serdana Kîevê kir

Serokên Fransa, Almanya, Brîtanya û Polonyayê ji bo piştgiriyê serdana Kîevê kir û bang li Rûsyayê kir ku ji bo 30 rojan agirbestê ragihîne da ku rê li ber hevdîtinên aştiyê veke.

Serokên Fransa, Brîtanya, Almanya û Polonyayê serdana Kîevê kir
10 gulan, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron, şêwirmendê Almanyê Friedrich Merz, û serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li gel serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk, roja şemiyê gihaştin Kîevê da ku piştgiriyê bidin Ukraynayê.

Ev yekem seredana hevbeş a serokên her çar welatan bo Ukraynayê ye.

Beriya serdanê, serokan di daxuyaniyeke hevbeş de bang li Rûsyayê kir ku bi "agirbesteke bê şert û merc a 30 rojan" ragihîne da ku rê li ber dan û standinên aştiyê veke.

Ev serdan piştî wê yekê pêk hat ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di merasîma leşkerî ya li Moskovê de gef li Ukraynayê xwaribûn.

Serokên ewropî di daxuyaniya xwe de got: "Em amade ne ku di zûtirîn demê de piştgiriya dan û standinên aştiyê bikin, mekanîzma pêkanîna agirbestê gotûbêj bikin û rêkeftina aştiyê ya berfireh amade bikin.”