Li Sûriyeyê di rojekê de 5 kes hatin kuştin

Li deverên di bin kontrola desthilata Şamê de aloziya ewlehiyê dewam dike. Di 24 saetên borî de 5 kes di bûyerên cuda de hatin kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 5 kes hatin kuştin
10 gulan, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di 24 saetên borî de herî kêm 5 kes li Sûriyeyê di bûyerên cuda de hatine kuştin.

Li Hemayê zilamekî 50 salî bi guleyên êrişkarên nenas li nêzî Navenda Çandê ya li Kolana El Elemên hat kuştin. Li gundê El Celma yê Hemayê di encama teqîna bombeyekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li Reqayê jinek ji ber birînên xwe yên di encama teqîna mayînekê de li nêzî bajarokê Mensûra mir.

Li Humsê, çekdarên nenas muxtarê taxa El Wair kuşt, li Helebê jî endamekî berê yê hêzên rejîmê ji aliyê 2 çekdarên nenas ve li taxa El Ensarî hat kuştin.

Li piraniya herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de bêaramî û alozî dewam dikin.