Serokên dewlet û hikumetan Newrozê pîroz dikin

Serokên welatên Ereb û welatên cîhanê Newroz pîroz kir. Serokê DYA’yê Donald Trump got: "Ez li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi boneya cejnê pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêş dikim... Newroz pîroz be.”

Serokên dewlet û hikumetan Newrozê pîroz dikin
21 adar, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewlet û hikumetên Ereban û welatên cîhanê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û daxwazên xwe ji bo sala nû ya tijî hêvî û azadiyê anîn ziman.

Serokê DYA’yê Donald Trump got: "Ez li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo cejnê silavên xwe yên germ pêşkêş dikim... Newroz pîroz be." Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got: "Newroza we bi serfirazî be.”

Balyozxaneya DYA’yê ya li Şamê, duh bi boneya cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurd ê li Sûriyeyê kir û hêviya saleke tijî aramî, bextewarî û saxlemiyê ji wan re xwest.

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd jî di daxuyaniyekê de cejna Newrozê pîroz kir û got: "Pêxistina agirê Newrozê sembola qehremanî, fedakarî, têkoşîn û serketinê ye, her wiha mizgîniya derketina rojeke nû û destpêka sala nû ya kurdî ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sudanî bi vê boneyê pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin û got: “Newroz rojek e ku girêdanên evînê, çarenûsa hevpar û dîroka mezin tîne bîra me ku hemû gelên Iraqê li hemû beşên welatê me yên hêja bi hev ve girê dide.”

Serokê Îmaratê Muhamed Bîn Zayed Al Nehyan jî cejna Newrozê li hemû gelên cîhanê yên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir û hêviya bextewerî, aştî û pêşketinê ji wan û hemû gelên cîhanê re xwest.

(k)